Elî Emîrî ( jdb. 1857 - m. 1924) yek ji lêkolîner, berhevkarê pirtûkan û nivîskarê Amedê ye.
Ji malbata mirên Kurd ên Amedê bûye. Xwedî pirtûkxaneyeke mezin bûye. Pirtûkên ku wî berhevkiribûn piştî mirina wî dikevin destê dewleta Tirk û hin ji wan ji nû ve hatine weşandin. Pirtûkên derbarê Kurd û Kurdistanê de ne, hêj veşarî ne. Li Amedê navê wî li hin kuçe û dibistana hatiye danîn.