Chris Kutschera (bi navê xwe yê rastî Paul Maubec[2][3]) (jdb. 13 gulan 1938, Bois-Guillaume, Fransa – m. 31 tîrmeh 2017[4], Guéret, Fransa), lêkolîner, nivîskar û rojnamevanê fransî bû ku bi taybetî li ser Rojhilata Navîn û kurdan xebat kir.
Jînenîgarî
Di zanîngeha Sorbonne (fr) de xwendina xwe kiriye û di sala 1960an de li Guatemalayê dest bi rojnamevaniyê kiriye. Kutschera bi gelek gotar û nivîsan di rojnameyên weke Le Monde Diplomatique (fr), The Middle East (kovar) (en), El Wasat (en) û El Mundo (en) derketiye pêşberî mirovan. Wî û hevjîna xwe Edith gelek pirtûkên li ser jiyan û serhildana kurd û Kurdistanê nivîsandine.
Chris Kutschera di 31ê tîrmeha 2017an de li Guéret (Fransa) çû ber dilovaniyê Xwedê.
Berhemên wî
- Le Mouvement national kurde, Flammarion, 1979
- Le Défi kurde ou le Rêve fou d'indépendance, Bayard Éditions, 1997
- Le Kurdistan, Guide littéraire, Éditions Favre, 1998
- Le Livre noir de Saddam Hussein, Oh ! Éditions, 2005
- Stories Kurdistan Histoires, 2007
- La Longue Marche des Kurdes 40 ans de reportage au Kurdistan, JePublie, 2011
Çavkanî
Girêdanên derve
|
---|
Navneteweyî | |
---|
Neteweyî | |
---|
Yên din | |
---|