Bilalê Hebeşî (bi erebî: Bilāl ibn Rabāh al-Habashī, jdb. 580 pişt Îsa re li Meke - m. 2ê adara 640 pişt Îsa re li Şam, Sûrî) rêhevalekî (sehabe) pêxemberê îslamêMuhemmed û her wiha ew bangevanê yekem di ola îslamê de bû. Dibe ku ew ji rojhîlata Afrîkayê bû û xulamêUmmeye bin Xelef bû. Navê dayika wê Hamame û navê bavê wê Rebah bû.
Ew di nav kesên biyanî tê hesibandin ku li Meke zayîn dibûn û ne ereb bûn.