Bakterî, (bi înglîzî bacterium, pirejimar bacteria), hûrjînewrên yekxaneyi ne. Bi giştî, ew çend mîkrometreyan mezin in û bi gelek form û şêweyan hene: girover, dirêjûdirêj, lûlwerpêç.
Zanistê lêkolînên li ser bakteriyan bakterîzanist e ko tayekê hûrjînewernasî ye.
Bakterî li hemî jîngehan hene: di nav axê da, di binê deryayan da, li serê çiyayan li her derê. Ew di cihên mîna paşmayên tîrêjçeleng (radioactive waste) jî hene. Bi awayekê mînakî (typical) 40 milyon bakterî di her grameka axê da û yek milyon di nav mîlîlîtireka avê da hene. Bi giştî nêzîkî 5 nonîlyon (5 × 10³°) bakteriyan li cîhanê hene. [1]
Bakterî di çerxa zadî da gelek giring in û gelek qonaxên giring di wê çerxê da, wekî tesbîtkirina naytrojinê di atmosferê da li ser wan dimînit. Di laşê mirovan da hijmaran bakteriyan 10 caran ji hijmara xaneyên laşî zêdetir e û piraniya wan jî li ser pîstî û di nav koendama herisê da ne. [2] Herçind e ko piraniya wan bakteriyan bêziyan in an hema bibêje mifadar in jî, lê hindek ji wan derdzê (pathogenic) in û dikarin mirovan nesax bikin. Bakteriya derdzê ya herî berbelav bakteriya nexweşî ya êşa zirav anko sillê an tûberkolosîsê ye ko her sal zêdetir ji 2 milyon kesan li seranserî cîhanê dikujit.
Çavkanî