Şah Ebasê Yekê (bi farisî: شاه عباس بزرگ Shāh ‘Abbās Bozerg) (1571-1629) yek ji şahênÎranê ji sinsileya Sefewiyan bû. Piştî mirina wî, lawikê xwe Sam Mîrza ketiye îxtîdarê.
Nav
Jiber destkevtên wî yên mezin, di dîroka Îranê da bi navê Şa Ebasê Mezin dihêt binavkirin.
Siyasî
Wî li jiyê hejde saliyê desthilat girt destên xwe. Li destpêka desthilatdariya xwe, wî hindek ji axa Îranê bi dû TirkênOsmanî û Ozbekan ra berda, da bikaribit piçekê hêzê kom bikit. Li heyameka kurt da, heta sala 1623'ê, şiya desthilata xwe li herêmeka berfireh, ji rûbarê Hindûs heta rûbarê Dicle, dabisepînit. Şa Ebbas rêveberekê gelek hosta û şehreza bû. Bazirganî, nijyarkarî anko mîmarî, wêje û dadwerî li dema desthilatdariya wî da gelek ber bi pêşçûn.
Îsfehan paytexta Sefewiyan li dema wî gelek avedantir bû.