Tê gotin ku ji malbateke kurd ê ji herêma Meletiyê ye.[çavkanî hewce ye] Piştî qedandina perwerdeya leşkerî di sala 1906î de dibe endamê saziya ku ne ji tirkan pêk tê lê nîjadperestiya tirkan dikin, İttihat ve Terakki Cemiyeti. Li wir têkiliya xwe bi Mustafa Kemal Atatürk re xurt dike û dibe hevalê Atatürk.
Di şerê tirk û grekan de roleke mezin dileyîze. Ji ber şerê duyem ê herêma Înönü li dijî yewnanan di derketina zagona paşnavan de paşnava Înönü didin wî. Lê di qeydên ti dîrokî de behsa vê şerî nîne. Yewnana bi xwe jî şerekê bi vî navî napejirînin. Di peymana Lozanê ya ku parçebûna Kurdistanê dipejirîne de li ser navê komara nû ya ku di bin siya brîtaniyan û serkeftiyên din ên Şerê Cîhanî yê Yekem de hatibû avakirin, ango li ser navê Komara Tirkiyê cih digire.
İnönü piştî mirina Atatürk dibe serokkomar û serokê artêşê. Bi navê "Şefê Neteweyî" (bi tirkî: Milli Şef) tê binavkirin[çavkanî hewce ye] û heya mirina xwe bi desthilatiyeke taybet Tirkiyê birêvedibe. Navê xwe li ser diravê tirk datîne û bankayên neteweyî dike bin fermandariya xwe.
Di dema desthilatdariya xwe de bi navê modernîzmê seranser Anatoliya û Kurdistanê dixe bin singoya leşkeran. Li Kurdistanê li ser siyaseta Atatürk axavtina zimanê kurdî, kincên kurdan ên folkrorîk, cejnên kurdan, navên cografîk ên kurdî hwd hemiyan qedexe dike. Bi hezaran Kurd ji ber ku pûşî li xwe kirine tên kuştin.[çavkanî hewce ye]
Ew piştî destpêkirina rejîma pirr partî yan sazûmaniya demokratîk jî şeftiya xwe bidestbernade û heya mirinê Tirkiyê îdare dike.