Çiyayên Qendîlê rêzeçiyayên berdewamiya çiyayên Zagrosê ye ku di nav sinorên rojhilat û başûrê Kurdistanê de ye. Çiya xwedî profîleke asê ye ku gihiştin û çûn hatina li deverê Qendîlê bi dijwarî pêk tê. Lûtkeya herî bilind bi ser Çiyayê Hecî Îbrahîm e ku bilindahiya lûtkeyê digihîje 3000 mêtreyê.
Çiyayên Qendîlê û PKKê
Devera Qendîlê penageh û biryargeha PKKê vedigre ku li gorî texmînan nêzîkî 5000 şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanêê li Çiyayê Qendîlê cihwar bûne. Tê texmînkirin ku devereke bi berfirehiya 50 km² di bin kontrola şervanan PKKê û PJAKê de ye.[1]
Êrîşên leşkerî yên Tirkiyê bi ser Çiyayên Qendîlê ve
Çiya demekê dirêj e ku ji aliyê hêzên dewleta tirk ve rastî êrîşan tê ku bi salan e gelek şer di navbera hêzên PKKê û hêzên dewleta tirk de li Çiyayê Qendîlê pêk hatiye.
Binêre
Çavkanî
|
---|
Çiyayên herî bilind (4000 m û ber bi jorê ve) | | |
---|
Çiyayên bilind (4000-3000 m) | |
---|
Çiyayên navîn (3000-2000 m) | |
---|
Çiyayên nizim (2000-1000 m) | |
---|
Çiyayên herî nizim (ji 1000 m kêmtir) | |
---|
|