Şêx Mucîburrehman (bi bengalî: শেখ মুজিবুর রহমান), bi nasnavê Bangabandhu, jdb. 17ê adarê, 1920 – m. 15ê tebaxê, 1975) siyasetvanekî Bengladeşê û reber û damezrênerê welatê Bengladeşê bû.
Ew wekî "bavê neteweya Bengladeşê" ji aliyê xelkên wî welatê ve tê naskirin. Di sala 1975an de, Şêx Mucîburrehman bû serok komarê Bengladeşê, lê paşî 7 mehan di encama kudetayekê de hat kuştin.