Amûrên Microsoft Bing an Google Translate ji bo wergerê bi kêr tên, lê belê divê tu kontrol bikî gelo werger rast e yan na. Ji kerema xwe bêyî sererastkirinê wergerên van amûran li Wîkîpediya kurdî zêde nekin!
Gotarên neewle yan bêkalîte wernegerînin. Heke gengaz be, çavkaniyên gotara wîkiya din jî lê zêde bikin.
Pêwîst e ku ji ber mafên telîfê di kurteya guhartinê de ev nivîs ji Wîkîpediyaya din hatiye wergerandin were nivîsin. Mînakeke nivîsina kurteyê: Nivîsa vê guhartinê ji gotara Wîkîpediyaya gurcî [[:ka:დიდი ოყარი]] hatiye wergerandin; ji bo dîroka gotarê binêre wê rûpelê.
Divê li beşa çavkaniyan a rûpelê şablona {{werger çavkanî|ka|დიდი ოყარი|oldid=numeraya guhartina dawî}} zêde bikî.
Şaqaviyê spî yê mezin 95 cm dirêj e. Kelwaş spî ye. Gerdena wî gelek dirêj e. Nikul zivistanan zernarincî ye û havînan rengreşekî binzer e. Navbera çavî û nikulî kesk e. Spîlka çavan zer e. Pê reş in bavşîn in û ji serî ve rengzer in. Nêr û mê rengek in.[2]
Reftar û jîngeh
Li Kurdistanê bi qetlazî ji çiriya yekê heta dûmahiya nîsanê li kinar û perê robar û ger û golên kêm gil û giya dihê dîtin. Komkome di nav qeramî û levenan û darûbarên berlêvên robaran de hêlînan çêdikin.
Li başûrê rojhilata Ewropayê û li Asyayê ji Tirkiyeyê û Îranê heta başûrê Sîbîryayê û bakurê Çînê û Japonê têjikan tîne der. Zivistana xwe li bakurê Afrîkayê û başûrê rojava ya Asyayê derbas dike.
Îsmaîl Taha Şahîn (2006). Balindeyên Kurdistanê. Spîrêz, Dihok. (Bi tîpên erebî ye, ji bo tîpguhêziya latînî û wîkîpedyandina nivîsê, bikarhêner MikaelF).
H. Heinzel, R. Fitter û J. Parslow (1995). Türkiye ve Avrupa'nin Kuşlari (Kuzey Afrika ve Orta dogu dahil). Türkiye Dogal Hayati Kuruma Dernegi, Stenbol. ISBN 975 94098 28
D. Îzolî (2007). Ferheng. Kurdî-tirkî Tirkî-kurdî. Deng, Amed.
R.F. Porter, S. Christensen, P. Schiermacker-Hansen (1996). Field Guide to the birds of the Middle East. T & A D Poyser, London.