Êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê 2022 |
---|
|
Cih | Kolana Enghien, Parîs, Fransa |
---|
Dîrok | 23ê kanûna pêşîn a 2022an |
---|
Hedef | Aktivîst û penaberên Kurd |
---|
Cureyê êrîşê | Êrîşa çekdarî |
---|
Mirî | 3 kes |
---|
Birîndar | 4 kes (bi kesê êrîşkar re) |
---|
Êrîşkar | Kesekî nîjadperest |
---|
Sedem | Nîjadperestî |
---|
Lêpirsîn | Berdewam e |
---|
Biryara dadgehê | Ne diyar e |
---|
biguhêre |
Êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê, êrîşeke nîjadperestî ye ku li dijî kurdên li Fransayê pêk hatiye.[1] Êrîş ji aliyê kesekî ku xwe wek kesek nîjadperest pênase kiriye,[2][3] di 23ê kanûna pêşîn a 2022an de li bajarê Parîsê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya pêk hat. Di encama êrîşê de sê kurd mirin, sê kurdên din jî birîndar bûn.[1]
Komkujî
Komkujî di 23ê kanûna pêşîn sala 2022an de, beriya nîvro li ser kolana Enghienê ku li arrondîsementa 10an a Parîsê ya li nêzîkî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ye, bi êrîşa çekdarî pêk hat.[4] Êrîşkar 3 guleyan barand navenda çandê û 2 kes mirin.[5][5][6] Piştre sê gule ber bi xwaringeheke kurdî ve ku li hemberê navenda çandê ye, barand û di encamê de kesek hate kuştin.[5] Herî dawî ber bi porbirrek kurdî ve diçe û sê gule li sê kesan ku di heman demê de li porbirr a kurdî bun, reşand.[5]
Pişt re êrîşkar, ji aliyê kurdên ku li salona porbirrê rastî êrîşa hatin, hate bêbandorkirin. Piştî demekê êrîşkar ji aliyê polîsên CSI 75 ya Fransayê ve hate girtin.[7]
Qurbaniyên komkujiyê
Di êrîşa çekdarî de sê kes mirin ku nav de seroka tevgera jinên kurd li Fransayê Evîn Goyî (Emine Kara) ku demekî li dijî DAIŞê şer kiri bû, sitranbêj û penaberê siyasî ya kurd Mîr Perwer (Mehmet Şirin Aydın) ku jiber cezayê girtîgehê ya Tirkiyeyê çûbû Ewropayê û endamê navenda çandê Abdurrahman Kızıl, hebûn.[8]
Bertekên li dijî komkujiyê
Bertekên navneteweyî
- Fransa: Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser rûpela xwe ya Twitterê di derbarê komkujiyê de daxuyaniyek da, di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku kurdên Fransayê bûne armanca êrîşeke tirsnak.
- DYA: Serokê Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Antony Blinken daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniya xwe de wiha got: "Sersaxiyê ji bo qurbaniyên êrîşa li Navenda Çanda Kurd a Parîsê pêk hatiye dixwazim, di vê roja dilsoj de dilê min bi civaka kurdan û bi gelê Fransayê re ye."[9]
- Kurdistan: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê komkujiyê de daxuyaniyek weşand û di daxuyaniya xwe de wiha anî ziman: "Ez kuştina sê kurdên li Parîsê şermezar dikim, hevxemê malbatên wan im."[10]
- Almanya: Serokê Wezareta Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, di daxuyaniya xwe yê li ser Twîtterê bertek nîşan da û di daxuyaniya xwe de got: "Divê nefret tu carî bi ser nekeve".[9]
- Keyaniya Yekbûyî: Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê James Cleverly di daxuyaniya xwe yê ku li ser Twîtterê parve kir de got: "Îro der barê êrîşa li Parîsê de me agahiyên trajîk bihîst".[9]
- Awistirya: Li ser hesabê Twîtterê ya Wezareta Karên Derva ya Awistiryayê hat diyarkirin ku ev êrîş kiryareke tirsnak e ku Parîsê di nav şînê de hiştiye û peyama "Nefret wê bi ser nekeve" hat parvekirin.
Partiyên siyasî
- Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek bi zimanê fransî belav kir û bang li rayedarên Fransayê kir û di daxuyaniya xwe de got:"Hêviya me ji rayedarên fransî ew e ku demildest êrîşkar û êrîş bên eşkerekirin û raya giştî bi awayekî zelal were agahdarkirin. Yekane rêya pêşîgirtina li êrîşên bi vî rengî yên nîjadperest ew e ku heqîqet werin ronîkirin".[11]
Medyaya civakî
Piştê êrîşa li dijî kurdên li Fransayê li ser medyaya civakî tag a bi fransî "Je suis Kurde" ku tê wateya "Ez jî Kurd im" ji aliyê bi hezaran gelê fransî ve hate parvekirin û bertek li dijî komkujiyê hate nîşandan.
Çavkanî