Çeka rûxandina girseyî

Çeka rûxandina girseyî yan çeka komkuj[1], çekên nukleerî, radyolojîk, kîmyayî, biyolojîk, an çekên din in, ku dikarin gelek mirov bikujin û ziyaneke mezin bidin pêkhateyên mirov-çêkirî (mînak, avahî), pêkhateyên xwezayî (mînak, çiya), yan jîngehê. Di destpêkê de, têgih di dema Şerê Cîhanî yê Duyem de ji bo bombebarana esmanî bi teqemeniyên kîmyayî hatiye çêkirin. Niha, têgih ji bo nîşandana çekên teknolojiyên din, wek şerê, kîmyayî, bîyolojîk, radyolojîk, nukleerî, tê bikaranîn.[2]

Çavkanî

  1. ^ "komkuj - Wîkîferheng". ku.wiktionary.org. Roja gihiştinê 26 adar 2021.
  2. ^ "Weapon of mass destruction | weaponry". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 adar 2021.