Zêyê Mezin ji axa Rojhilatê Kurdistanê derdikeve. Di herêma Culemergê de dikeve nav axa Bakur û pişt re derbasî Başûr dibe. Di herêmên Girik û deşta Hewlêrê re derbas dibe. Li aliyê Nemrûdê dikeve ser çemê Dîcleyê. Ava çemê Dîcleyê zêdetir dike. Dîcle 33% ji ava xwe ji Zêyê Mezin digire.