Çînî anko çîniya mandarîn (bi çînî: 中文, Zhōngwén) devoka pîvankî anko standard e ko niha li Komara Gelêrî ya Çînê, Komara Çînê anko Taywanê û Singapûrê ji bo karî û axivtina fermî dihêt bikaranîn. Fonolojiya zimanê çînî yê mandarîn li ser hîmê devokaPekînê hatiye avakirin. Devoka Pekînê bi xwe yek ji devokên mandarîn e ko devokeka mezin û berfireh ya zimanê çînî ye ko li bakur û başûrê rojava ya Çînê pê diaxivin.[çavkanî hewce ye]