Sîsîlî (bi sîsîlî: lu sicilianu, îtalî: lingua siciliana) zimanekî romanî ye ku li girava Sîsîlya û hin deverên herêmên Îtalyayê Apulya, Kalabriya û Kampaniyayê ji hêla 10 milyon kesî ve tê axaftin.
Sîsîlî wek ziman
Li Îtalyayê çiqas ku mirov zimanê sîsîlî wek zaraveyekî zimanê îtalî dibîne jî, piraniya zimannas sîsîlî wek zimanekî serbixwe dihesibînin. Wek zimanekî fermî nayê naskirin û li dibistanan jî nayê hînkirin. Ser vê ve nûgihayên nû mezin dibin tenê bi zimanê îtalî mezin dibine û wê sedemê jî zimanê sîsîlî bandorê xwe yê di jiyanê rojane de winda dike. Gorî UNESCO ewî di bin talîkeya mirinê de ye.
Îro ji ber ku sîsîliyan ji salên 1950an şûn de koça welatên din kiriye ew îro li dewletên wek Awistralya, Arjentîn, DYA, Fransa û Almanyayê tê xeberdan.
Girêdanên derve
Çavkanî