Fûrlanî (bi fûrlanî: furlan, îtalî: friulano) yek ji zimanên romanî ye. Ew li herêmê Friuli-Venezia Giuliayê li Italyayê, ku nêvbera Udine û Slovenyayê dikeve, ji hêla nêzî 600.000 kes tê axaftin û herêmî wek zimanekî fermî tê naskirin û li dibistanan pê perwerdehî tê kirin.[çavkanî hewce ye]
Gorî lêkolînan ew bi zimanê ladînî û retoromanî ve nêzi hev in û bi wan şitlê zimanên retoromanî pêk tîne.
Li Îtalyayê, ew di sala 1999an de bi qanûna 482/1999 ve wek herêmî, zimanê fermî hat naskirin. Ji wê vir ve perwerdehiyê wê wek hilbijartî li dibistanan tê kirin. Ji 2004an vir ve jî navên kolanan ji îtalyanî de hate wergera duzimanî kirin.