Cihên zimannasiya Astur-Leonese, astûrî jî dihundirîne.
Zimanê astûrî (bi astûrî: asturianu), bi şiklê bable jî tê zanîn, zimanekî di malbata zimanên romanî yên rojava yên îberî de ye. Tenê li Spanyayê neteweya astûrî diaxive. Zimanê astûrî 100 000 kes wek zimanê zikmakî û 450 000 kes jî wek zimanê duyem diaxive. Li Spanyayê hê zimanê fermî nebûye[2] û li dibistanê wek zimanekî hilbijartinê tê xwendin.[3]
Dîrok
Zimanê astûrî ji aliye astûriyan ve tê axaftin. Astûrî wekî zimanên nûlatînî yên din di serdema navîn de ji zimanê latîniya vulgar werar bûye.