Kovara Zarema ya rexne û teorîyê, ku ji çar mehan carekê derdikeve, di Gulana2014’an de dest bi weşanê kirîye û heta niha (Gulan 2016) heft hejmarên wê derketine. Zarema armanc dike ku zimanê Kurdî di qada zanistên civakî û rexneya wêje û hunerê de xurttir bike û hişmendîya rewşenbîrîya Kurdî kurdîfîze bike, ji binê serdestîya Tirkî û ji hişmendîya Tirkîyewî xelas bike û bi vî awayî perspektîfeke dij-mêtinger saz bike. Bi vê armancê hewil dide di navbera parçeyên Kurdistanê de bibe pireke danûstandina rewşenbîrî, lewma gelek nivîsên wê ji alîyê nivîskarên ji Rojhilat û Başûr der barê qadên curbecur, her wekî şano û sînemayê, rexneya wêjeyî û zanistên civakî de hatine nivîsîn.
Zarema bo nivîsên warê wêje û hunerê û hemû zanistên civakî vekirî ye. Li gel vê yekê, bo wergera ji zimanên biyanî bo Kurdî û ya di navbera zaravayên Kurdî (bi taybetî ji Soranî bo Kurmancî) de jî bûye zemîneke girîng. Ji teorîya wêjeyê heta bi qada dîrok, zargotin, şano, sînema, sosyolojîyê û hwd. gelek nivîs hatine wergerandin, lê ji nivîsên bi zaravayên ji bilî Kurmancî re jî vekirî ye.
Zarema di hin hejmaran de li ser babetekê dosyeyê amade dike, yan jî giranîyê dide ser babetekê. Heta niha wê bi navê Dij-mêtingerî (hej.2) û Feminîzmê (hej.4) du dosye amade kirine û di du hejmaran de jî giranî daye ser helbesta bi Kurdî ya nûjen (hej. 6-7). Ev rêbaza amadekirina dosyeyan, yan jî giranîya li ser babeteke taybet wê bidome da ku nivîskarî û xwînerîya Kurdî ji sînorên wêjeyê derbas bibe û di qadên cîyawaz de rê li ber fikr û ramanên nû xweş bike. Bi geşkirina rexneya wêjeyî û hunerî û sîyasî, Zarema hewil dide di Kurdî de uslûba analîzkirin, rexnekirin û dîyalogê bikemile.
Navê kovarê ji pirtûka Avestayê hatîye wergirtin, di zimanê Avestayî de wateya wê ‘bihar’ e, di zaravaya Dimilkî de tê wateya ‘dilê me’. Navenda kovarê li Diyarbekirê ye.
Hejmara yekê ya Zaremayê di meha gulana 2014an de derket. Kovar ji 20 gotarên nivîskar û pisporên ziman û wêjeyê pêk tê. Kurtejiyaneke beşdarên hejmara yekê jî heye û bi tevahî 176 rûpelên wê hene. Piraniya gotaran bi kurmancî ne, lê yên bi zazakî û soranî jî hene.