Zanîngeha Koyeyê an jî Zankoya Koyeyê (bi soranî: زانکۆی کۆیە, Zankoy Koye; bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Zankoy Koya) li paytexta Başûrê KurdistanêHewlêrê cih digire. Zanîngeh di sala 2003'an de hate avakirin. Beşên li zanîngehê çandyarî, endazyarî, zagonsazî, çand, huner û perwerdehî ne.
Piştî raperînêbaşûrê Kurdistanê ji dijminan veqetiya û bû xweser. Di warê aborî, perwerdehî, pêşxistin û hwd. de Kurdistan gelek pêşket. Lijneyên akademîk û peywirên navneteweyî de ew gavene gelek rolek mezin leyîstin. Zanîngeh ji hêla serokkomarê IraqêCelal Telebanî ve, di 11'ê cotmeha 2003an de hate vekirin.
Destûryariya ewil piştî heyama xwendina 2003-2004'an , di 20'ê tîrmeha 2006'an de hate radest kirin.