Yekgirtiya îslamî ya Kurdistanê an jî Yekgirto (bi kurdî (tîpen erebî): يةكگرتووي كوردستان / عیراق Yekgirtuwî Îslamiy Kurdistan) rêxistineke ÎslamiyaKurdistanaÎraqê, di sala 1994'an de hatiye damezrandin. Serokê Yekgirtuwî Îslamiy Kurdistan Selahedîn Mehmed Behadîn Sadiq e.
Avabûn
Yekgirto li sala 1994ê hate damezrandin. Selahedîn Bahedîn yek ji endamê Bizûtinewey Îslamî le Kurdistan bû. Piştî fetwaya cîhadê ya Osman Ebdûlezîz li dijî rêjima Sedam Huseyn ji Bizutnewey Îslamî cuda bû. Seahedîn Bahedîn li dijî bikaranîna çekan bû.
Bernameya partiyê
Slogana vê rêxistinê Azadî, Brayetî, Dadperwerî ye.
Xebatên partiyê
Di hilbijartinên parlemana Başûrê Kurdistanê ya di 2014ê de 10 kursî qezenc kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Yekgirto serxwebûna Kurdistanê diparêze[1].
Endamtî
Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê têkiliyeke fermî li gel Brayên Misliman heye