Yekîtiya Xiristiyan-Sosyal (bi almanî: Christlich-Soziale Union - CSU) partiyeke herêmî a Almanyayê ye.
Yekîtiya Xiristiyan-Sosyal partiyeke xiristiyan û konservatîve (kevnepereste) û tênê li herêma Bayernê heye. Ev partî weke partiya xwişk a Yekîtiya Demokratên Xiristiyan a Almanya (CDU)ê tê naskirin. Di hilbijartinên giştî de bi hevgirtina bi CDU re dikevê hilbijartinan, lê di hilbijartinên li herêma Bayernê bi serê xwe beşdarî hilbijartinan dibê û partiya CDU li Bayernê nakevê hilbijartinan. Di nava herêma Bayernê partiya CSU ji destpêka damezrandina xwe di sala 1946a de (ji xeynî salên 1954 heta 1957 partiya SPD li herêmê desthilatdar bû) partiya yekemîne û li ser desthilatdariyê ye.