Xarkîv (bi ûkraynî: Харків, Kharkiv, bi rûsî: Харьков, Kharkov), bajarekî li bakur-rojhilatê Ûkraynayê ye û navenda oblasta Xarkîvê ye. Bi 1.443.207 nifûsa xwe yek ji qerebalixtirîn bajarên Ûkraynayê ye.
Bajar li sala 1654an li bakurê devera ku çemê Lopanê û çemê Ûdîyê tev li hev dibin hatiye avakirin. Bajar ji sala 1919yê heta 1938an paytexta Ûkraynaya ku yek ji komarên Yekîtiya Komarên Sovyêt ên Sosyalîst bû.
Li şerê cîhanî yê duyem Xarkîv rastî hilweşîn û qîrkirinên mezin hatiye. Li 24ê kewçêra sala 1941an ji alîyê artêşa Almanyayê hatiye dagirkirin. Li gulana 1942an artêşa sor ya sovyêtan xwest bajêr ji destê almanan derxîne lê bi têkçûneka mezin paş ve vekişîya. Li sibata 1943an artêşa sor bi êrîşeka nû bajêr xiste bin kontrola xwe lê encax mehek karîn li destê xwe bigirin. Artêşa Sovyêtan li tîrmeha 1943an bajar ji nû ve xiste bin kontrola xwe û hêzên almanî ji bajar hatin dûrxistin. Di van pevçûnên giran de 75% ji bajêr hilweşiya, her wiha ji 700 hezar nîştecîhên bajêr nêzî 220 hezar kesî jiyana xwe ji dest da.