Xanedana Xoy, ji hêla serokê eşîrên Donbilî Şahbaz Xan ve hatiye damezrandin.[4] Eşîra ku bi eslê xwe kurd e, bi demê re li herêmê bi Tirkan re bûye yek. Donbilî yekemcar di vegotinên erdnîgarên ereb ên sedsala 11an de di derbarê Sûriyê de tê behs kirin. Ferhenga ensîklopedîkî ya navdar a Firûzabadî El-Kamusu'l-Mûhît jî dinivîse: Donbilî navê eşîreke kurd e ku li derdora Mûsilê dijî û navê hiqûqnasê şafii Ehmed b. Nasr û hedîsîst Ali b. Ebû Bekir b. Silêman donbiliye[5]
Pirtûka Şerefname vê eşîrê wekî "Dunbuliye Bohtî" (Dunbuli ya Botan) bi nav dike. Li gorî Şerefxan, ew eşir Êzîdiyan bûn ku dûv re ola Îslamê pejirandin û li gorî wî, eşîra Dunbuli Mîrîtiya Sekmanabad birêve dibir. Û Carek , wan Mîrektiya Hekariyê bi alîkariya Sefewiyan girtin.[6]
Ev xanedanî heya sala 1799 jiyaye. Xanedana Xoyê carinan serbixwe, carinan jî bi otonomî dihat birêvebirin. Di nav de sererastkirina dîwarên keleha Tebrîzê, Xanedan li heremên heyx Hoy, Çors, Selmas, rumiye, Tebrîz û Ganja gelek imaret ava kirin.
^Donboli name of a turkicized Kurdish tribe in the Ḵoy and Salmās regions of northwestern Azerbaijan and of the leading family of Ḵoy since the 16th century." -Encyclopædia Iranica". Encyclopædia Iranica".{{cite book}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)