Dewleta Romê (Tirkiye) ji bo heqaretkirinê paşnava Öztürk (tirkê xas) dide malbata wî. Piştî şikestina serhildanê û komkujiya Geliyê Zîlanê, dikeve siyasetê.
Bi alîkariya Îran, YKSS û Brîtanyayê serhildana Agiriyê têk diçe. Xalis Beg dîl tê girtin lê ji destê tirkan difilite diçe rojhilatê Kurdistanê.
Dewleta Romê efûyê dertîne û vedixwîne
Wê demê siyaseta dewletê ew bû ku hinekê bi nermî têkiliyan bi beg û axayên Kurdistanê re dayne, wan li Kurdistanê bike desteser û bi destê wan jî kurdan kontrol bike. Gelek axayên kurdan ketin vê têkiliyê.
Demokrat Parti (DP) ya ku hinekê li dijî partiya Mustafa Kemal AtatürkCHP bû, bi zanîn an nezanîn bûbû navenda demokratan. Kê ji sazûmaniya kemalîst ne memnûn bû, xwe dispart Demokrat Partiyê. Xalis Beg jî sê caran wekî parlamenterê DPyê di meclîsa tirkan de cih digire.
Bi tirkî nizane
Xalis Beg baş bi tirkî nedizanî û nedixwest jî. Ji ber wê pirr tevlî siyaseta navxweyî tirkan nedibû. Li derfetên biçûk digeriya ku bi wan alîkariya kurdan bike, birînên wan bikewîne.
Di 27ê gulana1960an de leşker tên ser text. Wekî tevayiya giregirên DPyê, Xalis Beg jî digirin, didarizînin. Di darizandinan de ji ber ku ew nikare bi tirkî derdê xwe bêje, herçendî zimanê kurdî qedexe bû jî, dadger îfadeyên wî bi alîkariya wergerekî digire. Dadgeh 10 salan lê ceza dibirre.
Mirovekî pirr zîrek û henekhez bûye. Hestên wî yên welatparêziyê gelek mezin bûye, dixwestiye di nava sîstema heyî de doza kurdan biparêze.
Sê caran marî bûye (zewiciye), 13 keç, 7 kurên wî bûne.