Wilhelm Wien

Wilhelm Carl Werner Otto Fritz Franz Wien
Jidayikbûn13ê kanûna paşîn a 1864an
Mirin30ê tebaxa 1928an
München (Elmanya)
EsilElmanî
BernavWilhelm Wien
Hevwelatî Almanya
Pîşefîzîknas
biguhêreBelge

Wilhelm Carl Werner Otto Fritz Franz Wien (jdb. 13ê kanûna paşîn a 1864an li Gaffken a nêzîkî Fischhausen, îro Primorsk; m. 30ê tebaxa 1928an in München) fîzîknasekî alman bû. Sala 1911î Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Jiyan

Li malbateke feodal tê jiyanê. Li Königsberg dibistana amadeyî bidawîdike. Sala 1882 li zanîngehên Göttingen û Berlînê perwerdeyê dibîne. Di salên 18831885 de li laboratûaran dixebite û angaşta xwe ya doktoriyê dide. Li gelek zankoyan dersdariyê dike. Îro li Berlînê laboratûareke mezin bi navê wî heye.

Xebat û girîngiya wî

Wien gelek formûlasyon û zagonên fîzîkê çêkiriye. Sala 1893/94 bi navê zagonên Wien ên cihguhertinê zagonekî fîzîkî amadekiriye. Herwekî zagonên Wien ên tîna manyetîk jî heye. Bi navê Fîltreya Wien keşfekî wî jî heye.