Wargeha Mexmûrê
Wargeha Mexmûr wargeh û qampeke penaberan nêzîke bajarê Mexmûra Başûrê Kurdistanê (Herêma Kurdistanê, Iraq) e ya ku di 1998an de hate danîn. Li qampê di 2020an de bi piranî 13.000 penaberên ji Botanê (Bakurê Kurdistanê) dijîn yên ku di salên 90î de ji ber êrîşan neçar bûn ku berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê.[1]
Çend caran balafirên artêşa tirk êrîşî wargeha penaberan a Mexmûrê kir.[2][3]
Cîhên ku penaber jê hatine
Piraniya penaberên Wargeha Mexmûrê xelkê herêma Botan a Bakurê Kurdistanê ne.
Bajar / navçe |
Gund |
Eşîr
|
Colemêrg |
Marunus, Kehê, Nispasnê, Bêtkar, Bayê, Anitos û navend |
Pinyaniş, Giravi, Xanî û Jîrkî
|
Gever |
Kinyaniş, Sêvê, Bêgaltê, Zêrê, Oramar, Birya, Befircan, şuke, Glort, Elver, Memkan, Avitxêr, Serpêl û navend |
Oramar, Dostkî, Drî û Rêkanî
|
Çelê |
Ziyaniş, Marûfa, Blêcan, Bêlat, Tiyare, Guzereş, Gusê, Giyadereyê, Deştan, Bêtrot û navend |
Pinyaniş
|
Şirnex |
Biryan, Gundikêmelê, Kron, Nerex, Heştan, Zorava, Spîndarok, Gundikêremo, Nêvava, Avgamasiyê, Arêt, Ayvan, Dêryan, Xirbikêbesta, Bacirit, Aqêr, Sinê û navend |
Şirnexî û Berwarî.
|
Elkê |
Pîroza, Hemka, Germav, Karçan û Aruş |
Giravî, Geydan û Mamkuran.
|
Qileban |
Hîlal, Mijîn, Şirîş, Nerveh, Bleh, Şvêd, Aloş, Kalik, Dalokan, Ziravig, Kadun, Zevyan, Robozkê, Êvel, Mehrav, Kalhesinan, Hadiriş, Helet, Hiran, Çeman, Repin, Nireh û navend |
Goyî
|
Cizîra Botan |
Şax, Hebler, Ziyaret, Cinibir û navend |
Kiçî, Batûyî, Tayan, Hamnî, Cizîrî
|
Silopî (Silopiya-Girkê Emo) |
Bêspin, Germik, Şêvesor, Girgunda, Doderê, Bilgan, Xirabreşk, Zêriştin, Bestabeleka, Silîvî, Dêresor, Dêredevş, Gitê û navend |
Spêrtî, Karox, şirnexî, Tayan û Silopî.
|
Hezex |
Destadarê, Kavox, Mestpist, Bakvan û navend |
Didêrê, Omerkî û Alîkan.
|
Basê |
Şehrka, Şewê, Bana, Xwaran, Ziving, Basret, Dêrşew, Hirariş, Spîvyan, Zivanga şikakan, Bunisra, Xurs, Hêtmî û navend. |
Harunî, Şikakî, Welati û Çiyayê.
|
Dih |
Êrs, Nivala, Terham, Gundikêşêx, Baluka, şewrik, Gêrê, Reşinê û navend |
Welatî, Kêver, Kelhokî û Jêlî
|
Jêder
|
|