Lîsteyeke çavkaniyan, girêdanên derve yan jî bîbliyografî di vê gotarê de hene lê belê tê de çavkaniyên di nav cimleyan de tine ne loma teyîdkirina agahiyan ne mimkûn e. Ji kerema xwe re vê gotarê bi riya lêzêdekirina çavkaniyên qethî pêş ve bixin.(gulan 2024)
Uryan Xidir - bi naveke din Sultan Xidir - yek ji ocaxên (esirên sirî/mistîk ên) herêmaDêrsimê ye. Endamên wê bi zaravayêkurmancî xeber didin.
Li gorî lêkolînênDêrsimî (di pirtûka wî ya duwem de yê ku di sala 1997'an de hatibû wesandin, li rûpela 128an) serokê ocaxê Nebî Xidirî bû û ji aliyê gelê xwe wek keseke pîroz dihat qebûlkirin. Gora wî li gundê Zêwe (Dorutay) di navceya Pêrtagê de peyda ye.
Gora wî îro ji aliyê gelê herêmê wek zaret/ciheke pîroz tê bikaranîn. Li gorî gotûbêjan gelek kesên ku cûne ber gora wî pistî zaretê ji nexweşiyên xwe xelas bûne. Ev bawerî hê ji di nav gel de heye.
Li gorî pirtûka Firat (rûpel 234) ev ocax êdî ne li Zewê bi cih kirî ye, li şûna wan sê eşîrên din ên kurd xwe li vî gundî bi cih kirine.
Dema ku mirov li ocaxên din ên Dêrsimê dinêre, jimara ocaxa Uryan Xidirî li gorî ocaxên din kêmtir e û ji sedsala derbasbûyî pê ve ocaxê bandora xwe ya berê wenda kiriye. Dêrsîmî tîne ziman ku ev ocax di demên kevn de pêtir wek dewrêş/sûfî hatine dîtin (û ne wek ocaxeke sirî/mistîk).
Talibên vê ocaxê hê jî li Xinûs, Qocgirî û Mereşê hene.
Efsaneya Uryan Xidirê
Ev beş hê vala ye. Tu dikarî lê zêde bikî. (gulan 2024)