Soul Train Music Award for Best Rap Album (en) () MOBO Awards for Best Video (d) () Soul Train Music Award for Best R&B/Soul Album of the Year (en) () American Music Award for Favorite Rap/Hip-Hop Artist () Rock and Roll Hall of Fame (en) ()
Ew wekî yek ji mezintirîn û bi bandortirîn rapperên hemî deman tê hesibandin.[1][2] Akademîsyen wî ne tenê wekî yek ji hunermendên muzîkê yên herî bibandor ê sedsala 20an dihesibînin, lê ew wî wek çalakvanekî siyasî yê navdar ji bo Amerîkaya Reş jî qebûl dikin.[3] Ji bilî kariyera xwe ya muzîkê, Shakur di gelek fîlman de rola sereke lîst û gelek helbest nivîsandin. Ew her wiha yek ji hunermendên muzîkê yên herî zêde têne firotin e û heta niha li seranserê cîhanê zêdetirî 75 mîlyon tomar firotiye.[4] Mijarên sereke yên stranên wî qala çareserkirina neheqiya civakî, pirsgirêkên siyasî, û marjînalkirina Afro-amerîkîyan dikin.[5][6] Ew di heman demê de bi stîla gangsta rap û stranên tundûtûj jî tê nasîn.[7]
Di sala 1991an de bi derxistina albûma xwe ya pêşîn 2Pacalypse Now, ew ji bo rap-a xwe ya hişmendî û gotinên rap-a siyasî bû kesayetek navendî di Hip-HopaWest Coast de.[8][9]
Li kêleka kariyera xwe ya solo, Shakur beşek ji koma Thug Life bû û bi hunermendên mîna Snoop Dogg, Dr. Dre, û Outlawz re hevkarî kir.
Di dema kariyera xwe de, Shakur di lobiya stûdyoyek tomarkirinê ya New Yorkê de rastî êrîşa çekdarî hat û jê sax derket. Tevî vê yekê, wî gelek pirsgirêkên hiqûqî derbas kir û ket girtîgehê jî. Ji ber sûcên îstîsmara zayendî heşt meh di girtîgehê de ma, lê li benda îtiraza mehkûmkirina wî di sala 1995ê de hate berdan.[12]
Di 7ê Îlona 1996an de, Shakur ji aliyê êrîşkarekî nenas ve ji hundirê otomobîlekê ve li Las Vegasê bi çar guleyan hat gulebarankirin û piştî şeş rojan li nexweşxaneyê mir. Notorious B.I.G., hevalê Shakur yê ku bûbû hevrikê wî, di destpêkê de ji ber dijminatiya wan a giştî wekî gumanbar hate hesibandin. Ew jî şeş meh şûnda li adara 1997ê, dema ku serdana Los Angelesê dikir, ji hundirê otomobîlekê ve bi gulebaranê hate kuştin.[14][15] Li ser kuştina wî, di 22ê îlona 1996an de, li Mizgefta Meryem lûtkeya aştiyê ji aliyê Louis Farrakhan ve hat lidarxistin.
Albûma Shakur ya Greatest Hits (1998) piştî mirina wî hate weşandin û yek ji neh albûmên hip hop-ê ye ku li DYAyê bi xelata Diamondê hatine xelat kirin.[16] Ji mirina Shakur û vir ve pênc albûmên din hatin weşandin: Ew bi navê wî Makaveli hatin derxistin û hemî li DYAyê gihîştin asta multî-platînum.[17]
^Thompson, Paul (10 sibat 2022). "Tupac Was Always Political". GQ (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 14 îlon 2024.
^"The Takedown of Tupac | The New Yorker". web.archive.org. 7 çiriya paşîn 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 çiriya paşîn 2019. Roja gihiştinê 14 îlon 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
^ abJackson, Margaret (10 tîrmeh 2012). "Shakur, Tupac (Amaru)". Oxford Music Online. Oxford University Press.
^ abAlexander, Leslie M.; Rucker, Walter C., edîtor (2010). Encyclopedia of African American history. American ethnic experience. Santa Barbara, Calif.: ABC-CLIO. ISBN978-1-85109-769-2.
^Bailey, Julius H. (2011). West, Cornel (edîtor). Jay-Z: essays on Hip Hop's philosopher king. Jefferson, North Carolina London: McFarland & Company, Inc., Publishers. ISBN978-0-7864-6329-9.
^"Tupac Shakur's Death Certificate Details". archive.ph. 23 gulan 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 gulan 2012. Roja gihiştinê 14 îlon 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
^"100 Greatest Artists – Rolling Stone". web.archive.org. 6 kanûna pêşîn 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 kanûna pêşîn 2018. Roja gihiştinê 14 îlon 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)