Troya bajarekî kevnar e li rojavayê Anatolyayê. Li gor mîtolojiya yewnanî ciyekî pir girîng e. Tê bawer kirin ku şerê Troyayê piranî nêzikê derdora wî bajarê qewimiye lewma bajar navê xwe daye şerê jî. Bajar di dirokên direj de bin desthilatdariya hîtîtan bû. Lê dewleta hîtîtan bihêz ketin, Troya jî wek sîteyeke yewnan derkete holê. Lê heman demê de hin çavkaniyan de wek bajarekî frîgyayî derbas dibe.[1]
Bajar di mîtolojiyê de
Li gorî mîtolojîya yewnanî bajar ji hêla Tros û du kurên wî Asarakos[2] û Îlos ve hatiye avakirin.