Titanic (wekî Taytanîk bixwîne) keştiyeke geştyarî ya brîtanî bû ku di 15ê nîsana 1912an de dema ji bajarê Southampton ber bi New Yorkê ve diçû li deryaya Atlantîk a bakur bi çiyayê seholê ket û niqon bû. Di encamê de 1.502 kes xendiqîn.