Sosyaldemokrasî di nav sosyalîzmê de felsefeya siyasî, civakî û aborî ye[1] ku piştgiriya demokrasiya siyasî û aborî dike.[2] Ev sîstema siyasetê, li gorî akademîsyenan destwerdanên aborî û civakî diparêze. Armanca wê, di çarçoveya polîtîkaya lîberal-demokratîk û aboriyeke tevlihev a sermayedar de, pêşxistina dadmendiya civakî ye.[3][4]
Protokol û normên ku ji bo pêkanîna vê yekê têne bikar anîn ev in: pabendbûna bi demokrasiya temsîlî û beşdar, tedbîrên ji bo ji nû ve dabeşkirina dahatê, rêziknameya aboriyê di berjewendiya giştî de, û şertên refaha civakî. Di dema lihevhatina piştî şerê cîhanî yê duyem de, gelek rêveberiyên demdirêj ên partiyên sosyaldemokrat pêk hatin, û bandora wan a li ser siyaseta sosyo-aborî ya li Ewropaya Bakur û Rojavayê bû sedema paradîgmaya sosyal-lîberal. Bi vî rengî demokrasiya sosyal di dawiya sedsala 20an de bi keynesianîzm, modela Welatên Bakur (Nordic Model) a paradîgmaya sosyal-lîberal û dewletên refahê re hate girêdan.
Sosyaldemokrasî wekî forma herî berbelav ya sosyalîzma rojavayî,[5] û her weha baskê reformxwaz ê sosyalîzma demokratîk hatiye binavkirin.[6][7]
Çavkanî