Siyaseta çepgir, siyaseta çep an çepgiriya siyasî rêza îdeolojiyên siyasî vedibêje, ku piştgirî didin bidestxistina wekheviya civakî û wekhevîxwaziyê û lewma bi gelemperî li dijî hiyerarşiya civakî ne.[1][2][3]
Siyaseta çep bi gelemperî xema wan kesên di civakê de ye ku alîgirên wê li gorî yên din rastî cudakarî û dezavantajan tên. Ew her wiha bawer dikin ku newekheviyên ne rewa hene ku divê bên kêmkirin an ji holê rakirin. Li gorî profesorê navdar ê aborî Barry Clark, alîgirên siyaseta çepgir ""îdia dikin ku pêşkeftina mirovî geş dibe, dema ku kes bi hev re têkevin têkiliyên bi hevkarî û rêzdariyê", û pêşkeftina mirovî "tenê dikare pêş bikeve dema ku cûdahiyên zêde di statû, hêz û dewlemendiyê de ji holê rabin.”
Di çarçoveya siyasî ya çep-rast de, Çep û Rast di dema Şoreşa Fransî de hatin çêkirin, ku behsa lihevhatina rûniştinê li parlamena fransî ya bi navê États généraux: Yên ku li çepê rûniştibûn bi giştî li dijî Rejîma Ancien û monarşiya Bourbon bûn û piştgirî dan Şoreşê, avakirina komarekedemokratîk û laîkkirinacivakê[4], yên li milê rastê jî piştgirî didan saziyên kevneşopî yên Rejîma Ancien. Bikaranîna têgîna Çep piştî vegerandina monarşiya Fransî di 1815an de, dema ku ew li ser serbixweyan hate sepandin, bêtir girîng bû. Peyva bask yekem car di dawiya sedsala 19an de li Çep û Rast hate zêdekirin, û çepgir ji bo kesên ku di nerînên xwe yên olî an siyasî de lîberal bûn hate bikar anîn.