Herçendî bi xwe miroveke ateîst bû jî, malbata wî bingeh-Cihû bû navê wî yê jidayikbûne Sigismund Schlomo Freud e. Bavê Sigmund, Kallamon Jacob Freud (1815-1896) sêyemîn zevaca xwe bi diya Sigmund Amalia Nathanson (1835-1930) re kiriye. Zaroktiya Sigmund bi xûsk û birayên damariyê re derbasbûye. Bavê wî kesekî bazirgan û dewlemend bû. Mixabin di sala 1857'î de ji ber qeyrana aborî ya wê demê xizan dikeve.
Piştî perwerdehiyeke serkeftî dibe bijîşk û di sala 1882´î de li Nexweşxaneya Giştî ya Wîen dest bi kar dike. Di sala 1885'ê de dibe doçentê Neuropathologiyê. Freud gelek caran li bajar û welatan digere. Derûniya mirov bala wî pirr dikişîne û ew ne li têgihîştinê lê li metoda têgihîştinê digere. Teknîkên wê demê têra wî nakin û ew wan kêm û nebaş dibîne. Gorî wê, sirûştê xweparastineke bêhempa daye mirov û ev yeka han nahêle mirov pirsgirêkên xwe yî derûnî nasbike û derêxîne. Ji bo wê divê mirov hêza vê xweparastinê bêyî êş û azarê bişikîne. Freud dest bi lêgerîn û xurtkirina hîpnotîzma, şîrovekirina xewnan hwd digere.
1900 - Şîrovekirina xewnan, keşfên nû wekî hişar û derhişar
1901 - Psîkopatologî ya Jiyana Rojane, bi vê pirtûka xwe ew nîşan dide ku rêgehên wî ne tenê ji bo anormalîte yê, herwekî ji bo normalîte yê jî kêrdar in.
1912 - Weşandina pirtûka Totem û Tabû, veqetina hevalên wî ji Freud wekî Alfred Adler, Carl Gustav Jung. Hevalên Freud rexne li metodan digirin û gorî xwe li metodan digerin