Bi mirina Stalîn Yekbûna Sovyet bi mijarê xelefa Stalîne mijûl e. Lê endamên partya komunîst li hemberî rîskan di heman fikirê de ne ku pêwîst e sîstem were lîberalîze kirin. Ji ber vê yekê jî, terora dîkta ya dewletê diqede û guhertinên sîstemê ji aliyê gel ve tên qebûl kirin.
Li Almanyaya Rojhilat sîstema komunîst ji ber xeterên siasî û aborî biserneketî yê û lewra ji aliyê gelê xwe naye qebûl kirin. Xwarin, binesazî û xizmetên sosyal kêm in û lewra bi hezaran kes - li hemberî qedexeyan - sînoran derbas dikin û kocberiya Berlîna rojavayê dikin. Krîz diqewime, ji ber ku rejîm dixwaze plana "Avakirina Sosyalîzmê" pêk bîne:
Rejîma komunîst dixwaze bila gel zêdetir bixebite û bi vî awayî hilberanê zêdetir bike;
cotemenî tê kolektîve kirin (êdî cotkar ne xwediyê erdê xwe ne hwd.); û
Kocberî her ku dice xorttir dibe. Moskova bi van pêsketinan qet ne kêfxwes e û rejîma xeter a Elmanyaya rojhilatê berpirs dike. Lewra Moskova ji rejîm re emr dike ku bila "avakirina sosyalîzme" heman were bi dawî kirin. Ji ber vê yekê, rejîm daxuyaniyek belaw dike û dawî li avakirina sosalîzme tîne. Herwiha, di daxuyaniyê de behsa xeterên aborî û siyasî tê kirin û îndîrekmen lêborîn ji gel tê xwestin.
Gel bi vî pêsketinî saswaz e û daxuyaniyê wek zeîftî fehm dike û dikeve grevê. Bi deh hezaran kes rê li derên stratejîk digire û avayiyên fermî bi dest dixe. Avayiya rêxistina paralemtoyê jî tê wergirtin. Rejîm êdî ber bi daskestinê ve dice.
Di 1ê Hezîranê ya 1953an de sebra Sovyetan namîne û Artêsa Sor a sovyet dikeve Elmanyaya rojhilatê:
Panzerên sovyet sînora rojavayê ya Berlîne digire,
hemî trafîk tê sekinandin û
mafê ser tê îlan kirin.
Bi vî awayî serhildan tê sikandin û ev yek alûdetiya Elmanyaya Rojhilat ji Yekbûna Sovyetan nîsan dide.