Selim Sadak (jdb. 1954, Hezex, parêzgeha Şirnex, Bakurê Kurdistanê) siyasetmedarekî kurd e.
Jînenîgarî
Selim Sadak di sala 1954an de li Hezexê ji dayik bûye. Sadak di Enstîtûya Zanîstî a Amedê beşa matematîk xwendiye. Sadak zewicî ye û deh zarokên wî hene.[1]
Kariyera siyasî
Di hilbijartinên giştî yên parlemana Tirkiyeyê ya sala 1991an de, bi Leyla Zana, Mahmut Alinak, Hatîb Dicle, Orhan Dogan, Ahmet Türk, Sırrı Sakık û Sedat Yurtdaş re wekê parlamenterên Partiya Sosyal Demokrat a Populîst (SHP) de hatine hilbijartin. Di adara sala 1994an de parêzbendiya parlamenteriyê ji Selim Sadak, Orhan Dogan, Hatîb Dicle û Leyla Zana ji hatiye standin û di 16ê hezîrana sala 1994an de Partiya Demokrasiyê (DEP) ji aliyê dewleta tirk ve hatiye girtin û Selim Sadak tevî endamên din ên wê partiyê bêsedem hatine girtin.[2] Li ser biryara Dadgeha Ewlekariya Dewletê di sala 1994an de 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn (ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ev binpêkirina mafên mirovan ye).[3] Di nîsana 2004an de, parlementa ewropî girtina Sadak şermezar kir û bi biryarekê hêviya betalkirina ceza kir.[4] Di hezîrana 2004an de bi biryara Dadgeha Temyîzê ya Tirkiyê hat berdan.[5]
Berdewamiya kariyera wî û lêpirsîn
Piştî ku Sadak ji girtîgehê derketiye di nav gundan gerîya û derfetên damezrandina partiyeke nû diceribîne.[6] Wê demê wî zehmet dît ku bêyî behsa Abdullah Öcalan partiyek kurdî nikare were damezrandin.[6] Sadak tevî Leyla Zana û Hatîb Dicle Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ava kir û di hilbijartinên herêmî yên di adara sala 2009an de ji sedî 49,4 ê dengan bi dest dixe û wekê namzetên DTPê de bûye şaredarê bajarê Sêrtê.[7]
Lêbelê di kanûna sala 2009an de, hikûmeta Tirkiyeyê DTP ji ber têkiliya bi Partiya Karkerên Kurdistanê re (bê îhtîmal) qedexe kir û Selim Sadak, Ahmet Türk, Aysel Tugluk, Leyla Zana û Nurettin Demirtaş 5 salan ji bo siyasetê hatine qedexekirin.[8] Di sala 2010an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeya Şaredariya Sêrtê hatiye dûrxistin, piştî ku ji sala 2008an de 10 meh cezayê girtîgehê hate birîn, li dijî vê biryarê hate girtin. Piştre jî Lijneya Giştî ya Dadgehên Îdareya Dewletê biryara Wezareta Karên Hundir a ji kar avêtina Sadak betal kir û biryar da ku heta dawiya hikûma xwe wek şaredarê Sêrtê bimîne.[9][10]
Di 26ê nîsana 2010an de ji ber ku peyva Kurdistan bi kar aniye 1 sal cezayê girtîgehê û di salnameya 2010an de jî 10 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, ji ber ku nexşeya Kurdistan li ser kalenderê xwe de nîşan bû.[11]
Di tebaxa 2011an de li Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê 5 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û piştre jî cezayê pereyan lê hat birîn (sedem naye zanin).[12]
Di 7ê cotmeha 2011an de ji ber axaftineke di sala 2007an de ku ji aliyê dewleta tirk wekî propagandaya terorê hat ragihandin, li Dadgeha Amedê salek û 8 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.[13]
Çavkanî
Girêdanên Malper