Seîd Yûsif yan jî bernavkê ku pê hatiye binavkirin Mîrê Bizqa Kurdî (1947 - 2020) hunermendekî kurd e .
Jiyana wî
Seîd Yûsif di 1ê rêbendanê sala 1947an de, li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê jidayikbûye .
Seîd Yûsif yekem hunermend bû ku Bizq aniye Cizîra Rojavayê Kurdistanê û hemû temenê xwe da huner û muzîka Kurdî. Wî bi dehan kaset û bi sedan stranên nazik û xweş li pey xwe hîştin .
Seîd Yûsif ku wek mîrê bizqê dihat naskirin, bi hunera xwe li hemû aliyên Kurdistanê û li cîhanê jî deng dabû .
Ew ne bi tenê sazvan û dengbêje lê belê helbestvan û awazsaz e jî, ji destpêka wî ta roja koça wî rist û awazên stranê xwe bi xwe aferandiye û wisa jî daye bi dehan ji hunermendên din jî .
Di salên şêstî de wî berê xwe da Beyrûtê û li wir Koma Newroz damezrand û dest bi belavkkrina muzîk û filklora Kurdî kir, ku bala civaka, hunermend û siyastemedarên libnanî kişand mîna Kemal Canpolat, Saib Selam û hinên din .
Awaz û stranên Seîd Yûsif li seranserî Kurdistanê Belav bû, û ta roja îro tên strandin mîna "Ez Keçim keça kurda me", "Çawa tê her e" ,"Oy Felek".
Ji ber berhemên wî UNSCO komek ji stranên wî çap kir li ser CD ya zêrîn , û li Nemsa polek bi navî wî çap kirin.
Seîd Yûsif di 26ê sibata 2020an de li bajarê Stembolê yê Tirkiyê ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir û li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê hate veşartin.
Kurê wî Zoro Seîd Yûsiv îro jî di muzîkê de çalak e. Her wiha tê texmînkirin ku bavê wî di salên xwe yên destpêkê de endamê Dengê Qamişlo ye.
Hin berhemên wî
- Mala we li cem mala me ye
- Ez ji van gewran hez dikim
- Min serê xwe rakir
- Tu ji dil dernakevî
- Oy felek bot e dinalim
- Çavê xezalê
Hin xelatên Seîd Yûsiv standine
- Wêneya wî li ser pûlekî ji aliyê zanîngeha Uppsalayê ya Swêdê hatiye danîn.
- Sêleke zêrîn ji saz û awazên wî ji aliyê rêxistina Çand û Hunerê ya UNESCO ve hatiye belav kirin.
- Peykerekî bronzî ji aliyê enstîtuyeke muzîkê ve li Norwêcê jê re hatiye çêkirin.
- Wekî rêzgirtin hikûmeta Tirkiyê regezname – cinsiya Tirkiyê daye Seîd Yûsif.
- Li gorî tembiya muzîkjenê ereb yê navdar Mihemed Ebdilkerîm, Bizqa wî ya taybet ji bo hunermend Seîd Yûsif hatiye diyarkirin.
Mijarên têkildar
Çavkanî
Şervan Agirî