Roja Nû (rojname)

Ji bo maneyên din li Roja Nû binêre.

Roja Nû, rojnameyeke Kamiran Alî Bedirxan bû. Hejmara pêşî 3ê gulana 1943an de derket.[1] Bi tevahî 73 hejmar derketin û ya talî di 27ê gulana 1946an de hate çapkirin.[2] Ew bî zimanê kurdî û fransî dihate derxistin. Rojname ji 4 rûpelan pêk dihat, 3 rûpel bi kurmancî bûn û yek bi fransî bû. Hejmara herî dawî ya 73em tevahî bî zimanê fransî derket.[2]

Rojnameyeke hefteyî bû, lê ji ber rewşa aborî û ciyopolîtîkî, hem hejmarên wê li ser hev nehatine çapkirin û hem jî hatiye rawestandin.

Tevî ku rojnameyeke siyasî bû, lê belê gelekî guh daye filoklor û çanda kurdî jî. Hin nîvîskarên rojnamê: Dr. Kamiran Alî Bedirxan, Celadet Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Hesen Hişyar, Qedrî Can, Mistefa Ehmed Botî.

Binêre

Çavkanî

  1. ^ "AK | Arşîva Kurdî". ontwikkel2.mvanlaar.net. Ji orîjînalê di 23 çiriya pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2022.
  2. ^ a b Roja Nu Hejmar 1 73. 1943.