René Descartes

René Descartes
René Descartes
Jidayikbûn31'ê adarê 1596
Mirin11'ê reşemiyê 1650
EsilFransî
DestûrnamePlaton, Aristoteles, Ibn Sîna, Xezalî
Pîşemetafîzîk û Xwedazanî û fîlozof
DînXirîstîyan
biguhêreBelge

René Descartes (jdb. 31'ê adarê 1596 – m. 11'ê reşemiyê 1650) matematîknas, zanyar û fîlozofê Fransî bû. Ew bi piranî li ser hebûna Xwedê mentiq kolaye.

Jiyana wî

Di sala 1596an de li La Haye (Descartes) ji dayik bû. Descartes zarokek zeîf bû û herdaî nexweş bû. Xwendina xwe li kolejek Cizwît a li Anjouyê kir. Di sala 1616an de ji Zanîngeha Poitiersê dîploma dadê girt. Di ciwantiya xwe de di artêşê de cih girt. Li gellek deveren geriya û li bajarên cuda ên Ewropayê jiya. Di sala 1628an de vegeriya Fransayê û li ser felsefe û optîkê hin cerb kirin. Di heman salê li Holendayê bi cih bû.

Di sala 1649an de Şahbanûya Swêdê Christina ew vexwendî Stockholmê kir. Descartes li Stockholmê bi cih bû ders dan Şahbanûya Swêdê. Li ser daxwaza Şahabanû Descartes mecbûr dima saet li pêncê sibê di serma wî welatî de rabe û ders bide. Bi du sê mehan piştî çûna xwe ya Swêd ji ber sermê zatûre ket û di 11ê sibata 1650an de jiyana xwe ji dest da.

Descartes gellekî alîkariya wî li ser mijarên matematîk û optîkê bûye.

Di serî de Spinoza û Leibniz gellek fîlozof di bandora wî de mane.

Ramanên wî mîna "Difikirim naxwe heme" (Cogito ergo sum) îro jî di gellek berheman de cih digre.

Descartes mîna bavê felsefa modern tê qebûlkirin.

Berhemên wî

Principia philosophiae, 1685
  • Discours de la méthode
  • Meditationes de prima philosophia
  • La Géométrie
  • Le Monde, ou Traité de la Lumière
  • La Dioptrique
  • Les Météores
  • Musicae compendium (1618)
  • Regulae ad directionem ingenii (1628)

Girêdanên derve