Rainer Maria Rilke (Prag 1875 - Val-Mont 1926) nivîskarekî alman bû.
Kurê karmendekî rêya hesinî ye.Piştî ceribîna neserkevtî ya Dibistana Leşkerî, Dîroka Huner û Wêjeyê xwend.
Çar helbest ji pirtûka wêneyan (kurmancîkirin: Ebdulrehman Efîf)
Helbestvan
|
Xwe didûrînî ji min, tu çaxjimêr.
Di min de dikole birînan
Baskê lêxistina te.
Tenê me: bi devê xwe
Çi bikim?
Bi şeva xwe?
Bi roja xwe ?
Nîne ti yara min
Ti mal
Ti war nîne bijîm lê
Tişt tev
Ên didim wan xwe
Didewlemendin
Û hejar min dihêlin.
|
Gazin
|
Ax çipirr hertişt dûr e
Û jizûve vebihuriye.
Dibawerim, stêr,
Ya ji wê biriqandinê digirim,
Ji hezarsalan ve mirî ye.
Dibawerim, di qeyik de,
Yê vebihurî,
Min tiştekî tirsnak bihîst.
Li malê seet
Tingiya...
Li kîjan malê?
Dixwazim ji dilê xwe derkevim
Bi berê ezmanên mezin ve.
Dixwazim bilimêjim.
Û yek ji stêrkan gişan
Divê hîn hebe.
Dibawerim, ez wê dinasim,
Ya tenê
Jiya, -
Ya wek bajarekî spî
Li dawiya tîrêjekê li ezmanan radiweste...
|
|
---|
Navneteweyî | |
---|
Neteweyî | |
---|
Akademîk | |
---|
Hunermend | |
---|
Însan | |
---|
Yên din | |
---|