Malbata Qazî li herêmên kurdnişîn gelek bi navûdeng bû. Bavê Qazî Muhemed jî kesê navdar bû li herêma Mukriyan. Qazî Elî li gel keça Axa Şêr Begê serokeşîrê Feyzulahbegiyan Gewhertac Xanim re dizewice. Di vê zewacê de 7 zarokên wan çêdibin lê sê ji wan hêj di zarokatiya xwe de wefat dikin. Yên mayî Xedîce Xanim, Qazî Muhemed, Ebulqasim Sedir Qazî û Amîne Xanim bûn. Piştî mirina dayîka Qazî Muhemed li sala 1910ê, Qazî Elî bi Zîba Xanimê re dizewice û ji zewacê jî keçek bi navê Fatima çêdibe[4].
Jiyana wî
Qazî Muhemed hêj di zarokatiya xwe de dest bi xwendinê dike li cem bavê xwe. Hêj 10 salî, dayîka wî Cewhertac Xanim ji vê dinyayê bar dike. Di esnaya şerê cîhanê yê yekemde li bajarê Mahabadê pêşiyê dagirkirina Osmaniyan, piştî çûyîna Osmaniyan jî dagirkirina Rûsan destpê dike. Di şerê dijî Rûsan ve malbata Qazî berxwedaneke mezin dike. Di encama şerê dijî Rûsan de, mamê Qazî Mihemed, Qazî Feteh ji aliyê Rûsan ve tê kuştin. Piştî şer jî jinbava Qazî, Zîba Xanim wefat dike[5].
Piştî derbeya Reza Şah desthilat li Îranê guherî û Îran ber bi modernîzmekê ve diçû. Reza Şah li her deverê Îranê dibistan dan vekirin. Li Mahabadê jî dibistanên kurîne û keçîne hatin vekirin. Qazî di vî warî de gelek xebitî ku ev dibistan werin vekirin.
Qazî li sala 1930ê de bi jineke Mehabadî Mîne Xanim re dizewice. Li sala 1931ê de jî bavê ji vê cîhanê bar dike. Erka qazîtiya şerî ya bajêr li ser milê Qazî dimîne. Hemû karên perwerdehî, civakî, rêveberî û pirsgirêkên bajêr ku bi agahdarî û bi rêberiya Qazî Mihemed ve çareser dibûn. Li sala 1928ê de cara yekem komeleya Şerûroja Sor(Heyva Sora Îranê) li Mehabadê vedibe. Qazî Mihemed gelek alikariya vê rêxistina xêrxwaziyê kir û heta sala 1941ê jî serokatiya fexrî ya vê komeleyê kir[6].
Qazî ji bo ji bûyerên li herêm û dinyayê diqewimin gelek rojname û kovar jî dixwandin; rojnameya Şefeq Sor a bi farisî, kovara Peyman a farisî ya Ehmed Kesrewî û kovara Gelawêj ku li Bexdayê ji aliyê Seyda Elaeddîn Secadî ve dihate weşandin dixwendin[7].
Karên siyasî
Qazî Mihemed têkiliyên xwe li gel gelek kesên siyasetmedar, zana, rewşenbîr re xurt dikir. Qazî li gel serokê mîsyona dînî yê Amerîkayî Mr.Miler û bijîşkê Almanyayî Dr.Şalek re xurt kiribû. Ji van kesan zimanên Almanî û İngilîzî zanî. Her wisa Qazî ji layê fêrbûna ziman ve gelek jêhatî bû, frensî, almanî, ingilîzî, tirkî, rûsî, farisî jî dizanî. Bi zanîna wî ya zimanan, têkildariya wî bi zanyariyên dinyayê jî xurt bibû. Li rojhilata navîn li ser Kurdan gelek tişt zanîn, têkildariyên xwe li gel kurdên deverên din pêşvebir. Peymana Sewrê û hatina hêzên Simkoyê Şikak bo Mehabadê gelek tesîr li ciwan û kesên herêmê kir. Di serhildana Şêx Mihemed Xiyabanî yê tirk ku li Tebrîzê de jî li Mehabadê ji aliyê rewşenbîrên kurd bi pêşengiya mamê Qazî Ebdulhesen Seyfulquzat ve ku Qazî jî di nav da komîteyek ava kirin. Di salên 1927ê ta 1930ê jî li bakurê Kurdistanê Serhildana Ararêtê hebû. Wê demê jî Qazî têkilyên baş û nepenî li gel azadîxwazên Kurd hebû. Her wisa têkiliya wî bi rêvebirên Xoybûnê; Mele Ehmed Fewzî û Şêx Ehmedê Sirîlava jî xurt bûn[8].
Li sala 1941ê de Sovyet serokeşîr û mezinên Kurdan ji bo hevdîtina vedixwîne Bakûyê. Qazî Mihemed piştî vexwendina Sovyetan vegerî Kurdistanê û li herêma Urmiye ku şer di navbera Kurd û Eceman de dernekeve xebitî û heta dawiya Komara Kurdistanê û Hikûmeta Neteweyî ya Azerbaycanê jî çi pêvçûn û şer di navbera van gelan de çênebû.
Qazî Mihemed piştî salek ku ji avabûna Komeley Jiyanewey Kurdistan, li mala Ehmed Îlahî de bi sonda xwe ya li ser Quranê bû endamê vê komeleyê. Navê wî di komeleyê de Bînahî bû[9].
Ragihandina Komara Mehabadê ji layê Qazî Mihemed ve