Puglia yan jî Apulia yek ji 20 herêmên Îtalyayê ye ku bi Qanûna Bingehîn a Îtalyayê xwedî mafek xweserîya bi qismî ye. Puglia, li erdnîgariya Başûrê Îtalya yê ye.
Li rojhilat Herêmê Deryaya Adriyatîkê, li bakurê rojava Çemê Forton ê, li başûr tengava Otrano û Tengava Taranto cih digire. Rûerda herêmê 19.347 km² ye û nifûsa wê bi qasî 4.063.888 (2016) kes e. Navenda Pûglîa bajarê Barîyê ye.
Herêma Puglia, di dîrokê de ji aliyê Romayiyan Gutiyan Lombardan, Bîzans û Qralîteya Sîcîlyayê ve hatiye dagirkirin. Herêm, di sala 1860an de tevlî yekîtiya Îtalyayê bûye.
Parêzgeh û bajarên herêmê
Parêzgeh
Li Herêma Pugliayê de pênc parêzgeh û metropolek heye.