Projeya Roja Piştî (bi îngilîzî: The Day After Project) rêxistineke sûrî ya nehikûmî ye ku di meha tebaxa 2012an de hate sazkirin.[çavkanî hewce ye] Armanca rêxistinê piştgiriya transîsyon û veguhestineke demokratîk li Sûriyê ye.
Grûpên cuda ji gelê Sûrîyê bi ser hev de aniye da ku hewildaneke serbixwe bidin ber çavan ji bo amadekirina planeke veguhestinê di Sûriyê ya piştî Esed. Kesên beşdar ji aliyên pir-reng yên opozisyonê ne ku ji adara 2011an û vir de jibo roxandina hikûmeta Beşar Esed dixebitin.
Projeya Roja Piştî: Dîrok û Nêrîna Giştî
Di navbera meha Yekê û ya Şeşê ji sala 2012an de, nêzîkî 45 beşdarên Sûrî şeş caran li hev kom bûn, bi piştgiriya pisporên navneteweyî yên plankirina veguhestinê, da ku nêrîneke hevbeş jibo pêşeroja demokratîk li Sûriyê ava bikin, û belgeyeke hûrbîn lê nerm jibo plana veguhestinê amade bikin. Proje li ser bingeha nebûna nêrîneke yekbûyî ji bo pêşeroja Sûriyê û ji ber plankirina konkret û hûrbîn wekî bersiv bo zehmetiyên girîng ku ligel dema veguhestina piştî Esed dê derkevin, hate amade kirin.[1]
Belgeya Roja Piştî ne nimûneyeke veguhestinê ye. Kesên di projeyê de beşdar bûn karê xwe, wekî bernivîsek ku gav bi gav were meşandin, nedan pêş. Mebesta vê belgeyê ew e ku beşdariyeke berdewam di nav gelê Sûriyê de ava bike ji bo nêrîna xwe di Sûriyê ya piştî Esed de bidin. Herwiha ji bo zanibin çi pêwîst e were kirin ji bo veguhestina ber bi vê nêrînê ve. Bi vê baweriyê, ev belge di nav beşdarên projeyê de dibe wekî xala destpêkê ji bo gengeşe û pêşveçûna zêdetir – destpêkê û berî herkesî di nav hemwelatiyên Sûrî xwe bixwe.
Danûstandin li nav şeş grûpên kar pêk hatin ku babetên siyasetê yên girêdayî veguhestineke serkeftî pêşkêş dikirin: desthilata yasayê, dadmendiya veguhêz, reformên kerta ewlekariyê, reformên hilbijartinî û damezrandina civateke destûrî, planeke destûrî, û jinûve avakirina abûrî û siyaseta civakî. Di dawiya tebaxa sala 2012an de, projeyê belgeyek weşand [li jêr bibîne] ku nêrîneke sergihayî ji bo qonaxa piştî Esed dide pêş, ligel prensîp û armancan rêk dikeve, zehmetî û rîskan dide zanîn û pêşniyarên konkrêt ji her yek ji şeş wan babetên siyasetê datîne pêş. Herwiha belge pêşniyaran ji bo standardên ku di cih de bibin bingeh ji bo veguhestineke serkeftî, pêşkêş dike.
Rêxistin, Piştgirî û diravî
Di bin rêberiya komîteyeke Sûrî ya Cîbicîkirinê, proje bi riya Enstituya Amerîka ya Aştiyê hatiye meşandin ligel hevkariya Enstituya Almanî jibo Karûbarên Navneteweyî û Ewlekarî (Stiftung Wissenschaft und Politik, SWP). Pisporên teknîkî yên rêber nêrîn û piştgiriya danûstandinên grûpan kirine. Komîteya Cîbicîkirinê rêkeftiye ku xwe wekî rêxistineke ne qezencbir bide nasîn û projeya Roja Pişt re li Belcîkayê were tomar kirin. Ofîseke demkî dê li Stenbolê vebe û Toreya Piştgiriya Veguhestina Sûriyê dê çavdêriya pêşveçûn û pêkanîna pêşniyarên nû bike ku ji aliyê grûpên kar di sê warên girîng de werin destnîşan kirin: reforma kerta ewlekariyê, dadmendiya veguhêz û desthilata yasayê. Çalakiyên projeyê ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîka, Wezareta Derve ya Swîsrayê, Rêxistina Holendî ya ne Hikûmî (Hivos) û Rêxistina Norwêcî ya ne Hikûmî (Noref) ve di warê diravî de hatiye piştgirtin. Herwiha, Wezareta Derve ya Almanyayê bi şêweyekî girîng piştgiriya projeyê kiriye ku serkeftî be.
Endamên Komîteya Cîbicîkirinê
Afra Jalabi
Amr Al-Azm
Diaa Doughmosh
Emad Tinawi
Murhaf Jouejati
Najib Ghadbian
Rafif Jouejati
Rami Nakhla
Sadek Jalal Al-Azm
Salam Kawakibi
Wajdy Mustafa
Beşdarên Grûpa Kar
Abdulah Alsayed
Abdulrahman Alhaj
Ayman Al-Omar
Bassam Ishak
Bassma Kodmani
Eiad Charbaji
Fares Helou
Fawaz Tello
Ferhad Ahma
Hammam Yousef
Hozan Ibrahim
Husam Alkatlaby
Kamal Allabwani
Mahmoud al-Hamza
Mazen Hashem
Molham Aldrobi
Muna Jondy
Osama Kadi
Oubab Khalil
Radif Moustafa
Radwan Ziadeh
Rajaa Al-Talli
Sadiqu Al-Mousllie
Sawsen Raslan
Yasser Tabbara
Jêder
- ^ Belgeya „Roja Piştî, Piştgiriya Veguhestineke Demokratîk li Sûrîyê“ bi Erebî û Inglîzî li vir peyda dibe www.tda-sy.org.
Bo xwendinek zêdetir
Lînkin din