Porto-Novo bajarê herî mezin û paytexta fermî ya Bênîn e ku welatekî Afrîkaya rojava ye. Her wiha wekî Hogbonou û Adjacê jî tê gotin. Di sala 2009an de nifûsa bajar 267.191 bû.[1] Porto-Novo, li başûr-rojhilata Bênîn e û yek ji keştîgeha wê ya li yek Kendava Gînêyê ye. Cotonou ji ber çand û siyasetê ji Porto Novoyê girîngtir e. Li derdora Porto-Novoyê ji rûna palmîyê, pembo û kapok tê berhemandin. Di sala 1990î de, li peravên wê petrol hat kişfkirin û di dervefiroş de bûye malekî girîng. Porto-Novo, di nav koordînatên 6° 28' Bakur, 2 ° 36' Rojhilat de cih digre.