Penda, yan jî Pendayê Merciayî (jdb. li dora 606 - m. 15 çiriya paşîn 655), keyekî sedsala 7an a keyaniya anglosaksonî ya Merciayê bû. Herêma dîrokî ya Merciayê îro wekî Midlands tê zanîn. Penda di pey Şerê Cirencesterê ê sala 628an re, Geliyê Severnê (Severn Valley) bi dest xist û piştre di 633an de ew beşdarî têkçûna keyê hêzdar ê Northumbriayê Edwin di Şerê Hatfield Chase de jî bû.
Çavkanî