Partiya Welat (tirkî; Vatan partisi), partiyeke siyasî tirkî ye. Partiya Welat xwe weke “partiya pêşeng”[1] bi nav dike û serokê wê Doğu Perinçek jî di sala 2015an de ev partî weke kombûna sosyalîst, şoreşger, neteweperestên tirkî û kemalîstan bi nav dike. Partî bi tundî alîgirê Çîn û Rûsyayê ye û herwiha li dijî Amerîkayê ye.