Partiya Karkerên Alman a Nasyonalsosyalîst (bi almanî: Nationalsozialistische Deutsche Arbeiterpartei) an Partiya Nazî (ji bo akronîm bi almanî: NSDAP) ango navê partiya alman a di bin desthilatdariya Adolf Hitler de ji sala 1933 heya 1945'î bi fermî xebat kiriye ye.
Hîmê partiyê li ser neteweperestiya rasîst û xebat û jiyana têr-dîsîplînî hatiye avakirin. Wekî partiya desthilatdariyê hatibû birêxistinkirin û perwerdekirin. Serokê partiyê jî herwiha Adolf Hitler bû.
Rêxistina yan saziya Schutzstaffel (SS) jî girêdayî vê partiyê bû. Tê zanîn ku SS tevlî komkujiya cihû, çîgan û hemî dîlên di destê almanan de yên bin eslê xwe ne aryan bûn dibe.