Partiya Gel a Awistriyayê (bi almanî: Österreichische Volkspartei - ÖVP) partiyeke polîtîk a Awistriyayê ye.
Partiya Gel a Awistriyayê yek ji du partiyên mezin ên vî welatî ye. Ev partî xwe weke partiyek xiristiyan-sosyal dizanê.
Ji sala 1945 heta niha 13 ji 25 serokên hikûmetên Awistriyayê ji "Partiya Gel a Awistriyayê" bûn, herî dawî ji di navbera salên 2000-2007 (Wolfgang Schüssel). Serokê partiyê ê niha Wilhelm Molterer ji sibata 2007an ve cîgirê serokwezîrê Awistriyayê ye.
|
---|
Navneteweyî | |
---|
Neteweyî | |
---|
Yên din | |
---|