Di sala 1952an de li DêrikaMêrdînê hate dinyayê. Dibistana seretayî û navîn li Dêrikê û lîse jî li Amedê xwend. Di sala 1975an de Zankoya Dermanfiroşiyê ya Zanîngeha Stembolê qedand. Piştî qedandina zanîngehê li Stembolê bi cih bû û dest bi karê dermanfiroşiyê kir. Di vê demê de di desteya rêveber a serokatî û endamtiya Odeya Dermanfiroşan a Stembolê de kar kir.
Siyasetmedar
Ozçelîk di dema xwendekariya xwe de nasbûnî bi siyasetê kiriye û di nav DDKOyê de cih girtiye. Dema sekreteriya Odeya Dermanfiroşan a Stembolê dikir di nav damezrînerên HEPê de cih girt û serokatiya rêveberiya Stembolê ya HEPê kir.
Piştî ku HEP hat girtin wek endamê damezrîner û cîgirê serokatiya DEPê cihê xwe girt. Ozçelîk bi rêzê ve HADEP, DEHAP û DTPê de bênavber siyaset kir û di asteke bilind de rayedariya van partiyan jî kiriye.
Nivîskar
Ozçelik demek dirêj e ku di rojnameya Azadiya Welat de qunciknivîsiyê dike. Li ser helbestvanê kurd Cegerxwîn jî lêkolîneke wî heye û herî dawî li ser romanekê dişixule.