Basov di malbateke akademîker de mezin bûye. Bi derketina şerê cîhanê yê II. re diçe akademiya leşkeriyê, li wir sala 1943 dibe serbazê tenduristiyê. Dûv re wekî alîkarê bijîşkiyê tevlî şerê parastina Rûsyayê dibe.
1958 heya 1972 cihgirê serokê heman înstîtutê, ji 1973 heya 1988 jî gerînde ye.
Ew redaktoriya giştî ya kovara Kvantovaya Elektronîka („Elektronîka qûantan“) dike, herwiha ya Soviet Journal of Laser Researchjî. Ew dixwaze zanist û hezkirina zanistiyê belav bibe, fêhmkirina wê hêsantir bibe û xelk jî tevlî bibe.
Ji sala 1967 ve gerindetiya weşana kovara Prîroda („Xweza“), ji sala 1978 ve serokatiya civaka Snaî dike
Sala 1950 marî dibe (dizewice) û du lawên wî dibin.