Mîrgeha Bocnûrdê ya xanedana êlxanên (îlxan) êla Şadlû li bakurê Xoresanê yên ku kêmuzeyde dused salî (1700-1925) wek otonom û yek caran jî serbixwe serwerî li herêma Bocnûrdê kirine ye.
Dîrok
Serdarên Mîrgehe
- Ûsiv Siltan 1627-? bavikê xanedana Şadlûyan, Şah Ebas vî tayînê serdariya êla Şadlû kiriye.
- Necefelî Beg I. kurê Usiv Siltan
- Emîr Gûne Beg kurê Necefelî Beg I..
- Tûlî Xan I. kurê Emîr Gûne Xan, damezirandarê bajarê Bocnûrdê di 1689 de.
- Ceferqulî Xan kurê Tûlî Xan I.
- Necefelî Beg II. kûrê Ceferqulî Beg ?-1725.
- Îbrahîm Beg kurê Necefelî Beg II..
- Ceferqulî Xan kurê Îbrahim Beg. Di şerê hembê Nadîr Şah Avşarî de li Qûçanê hate kuştin.
- Necefelî Xan III.
- Tûlî Xan II. kurê Necefelî Xan III. (1757-)
- Îbrahîm Xan II. kurê Tûlî Xan II. (1765-1799).
- Necefelî Xan Îlxanî kurê Îbrahîm Xan II. (1813-1837) ji Fatalî Xan Qecar inwanê "îlxanî" girt. Ligel vî be şerrkir.
- Cefer Qulî Xan Îlxanî Sahamodilleh. kurê Necefelî Xan Îlxanî (1838-1858).
- Heyder Qulî Xan Îlxanî Sahamodileh. Birê Cefer Qulî Xan Îlxanî (1858-1871).
- Yar Mihamed Xan Îlxanî Sahamodileh, Serdarê Mûffexam (1838-1903) (ji 1872 heta 1903) kurê Yezdan Qulî Xan Şadlû, biraziye Cefer Qulî Xan û Heyder Qulî Xan. Di dema hukmeta vî de gelek avayiyên balkeş li Bocnûrdê hatin avakirin. 1882'de Nasredîn Şah Qecar di gernama seyahata xwe a li Xoresanê pesnê van avayiyan û Yar Mihamed Xan Îlxanî Sahamodileh dide.
- Elîxan beg kurê Husênxan Îlxanî Yar Mihamed Xan. ji gundê Baxçixê
- Ezîzûleh Xan, Serdarê Mûazzez, kûrê Yar Mihemed Xan Îlxanî (1903-1925) piştê serhildaneke kêmdem ew û birê vî Esedileh Xan Şadlû bi Hisên Qûlî Xan Qereçorlû (bavê Xanlar Xanê Qereçorlû) ve li Meşhedê bi fermana Reza Şah Pehlewî hatin îdamkirin.
Bide ber
Çavkanî