Muzeya Hunera Profesyonel a Minyatûran a Henryk Jan Dominiak li Tychy (bi polonî: Muzeum Miniaturowej Sztuki Profesjonalnej Henryk Jan Dominiak w Tychach), muzeyeke nûjen a hunera minyatûran e li bajarê Tychy[1] (Polonya). Muzexane di 16ê nîsana 2013an de ji aliyê Henryk Jan Dominiak ve hate damezrandin û yek ji muzexaneyên herî biçûk ên dinyayê ye (6,15 m²). Muzexane di bin çavdêriya Wezareta Çand û Mîrata Neteweyî de ye.[2]
Galeriya wêneyan
Li pêşangeha muzeyê nîgar, grafîk, peykerok û seramîkên minyatûr ên cuda cuda hem ji Polonya û hem jî ji welatên din (Brezîl, Swêd, Mecaristan û Ûkrayna) hene[3][4]
Çavkanî